Formên rêzimanî yên kêmnas di helbestên klasîk ên kurdî de
Em dikarin bibêjin ku zimanê me gelek formên rêzimanî hene ku neketine nav zimanê nivîskî yê nûjen, lê belê ew form di wêjeya gelêrî û wêjeya klasîk a kurdî de hatine parastin.
Samî Tan
Di vê nivîsarê de ez dixwazim bala xwîneran bikêşim ser hin formên rêzimanî yên kêmnas û wan bi nimûneyên di helbestên klasîk ên kurdî de destnîşan bikim. Ji bo wê xebatê ez ê pirtûka mamosta Celîlê Celîl a bi navê “Keşkûla Kurdî” bingeh bigirim. Di vê keşkûlê de helbestên 38 helbestkaran cih digirin. Bi awayî mirov dişêt ji gelek helbestkaran nimûneyan bi dest bixe.
Kêşana lêkerê li gorî kesê yekem ê pirjimar (em)
Heta xoş în, nakeyn ji bîr (r. 22)
**
U’mrê e’zîz nadîn bi güç (r.23)
**
Her çend ku zêde dilkul în (r.24)
Îro ji bo mîr saîl în.
Her wekî tête zanîn, di kurmanciya nivîskî de kêşana her sê kesên pirjimar bi paşgira /-in/ê pêk tê, ji ber vê yekê mirov neçar tabana ku pê re cînavkê bi kar bîne, lê di hin devokên kurmancî de kesê yekem ê pirjimar paşgira /-în/ werdigire, her wekî ji mînakan jî diyar e, ew jî dihêle ku mirov beyefendisi cînavk lêkeran bikêşin. Mesken form di zaravayê soranî de jî bi vî rengî tê bikaranîn.
Forma duyemîn a ku em ê li serê rawestin, daçeka “di” a ku dikeve navbera raveker û raveberê ye. Mesken daçek di hin devokan de kurt tabana û bi raveberê ve dizeliqe.
Mînak:
Ey felek dîsa te kul kir
Derd û êşanê di min
Mislê bilbil meylê gul
Zar û efxanê di min (Keşkûl: 121)
**
Ew eqîq û dur û gewher
Yengî û elmas û cewher
Le’l û yaqûtê di ehmer (Keşkûl:122)
Tê ji seylanê di min
**
Ey Sewadî bes bibêje
Qesseta i’şqê dirêj e
Berf û baranê birêje
Ebr û nîsanê di min (Keşkûl:122)
**
Kuştime çavên di reş, awiran kirime kebab (Keşkûl:140)
**
Zulfêns sîyah, burhên di reş
Têk da wekî hatin bi meş
Heyrana çehvên di geş
Dixwazim parıltıya leme’tê (Keşkûl:194)
**
Siha selwa semen bûne, dilim da ber di çogan e (Keşkûl: 199)
**
Tu wa hatî perîzade
Li ser çavê di min şalan (Keşkûl: 212)
Min wa zanî tu yî hatî
Ji istikrar toq û xilxalan
**
Gava dibînit zarezar
Her ew nezîrê bêmisal
Ew li hêvya xelqên di jar (Keşkûl:215)
Em çend mînakan jî ji pirtûka bi navê “Şêxê Sen’anîya” ya Feqîyê Teyran bidin.
Xalên li nik dêmê bi nûr/ Zendê spî, zulfên di hûr (Şêx: 59)
**
Ji êşa di lisan, kedere xedar/ Ar nakitin ji cema’etê
**
Birîyên di reş, dêmê koyîs/ Hiş birîye, sebr netê. (Şêx: 63)
Belê, konut form di berhemên folklorîk de jî têra xwe hene. Ji alîyê wateyî ve konut daçek balê dikêşe ser ravekerê û wê berbiçavtir dike. Wisa xuya dike, hinek devokan mesken forma rêzimanî parastîye, hinekan kurt kiriye û pê dirûvê raveka pirjimar guherîye, her wekî “çavêd reş/ çavêt reş”, di hin devokan de jî konut daçek nemaye.
Formeke din a ku em ê balê xwe bidinê jî forma “ê”ya ku piştî biker tê ku çextê dixe ser bikerê/a wî karî. Her wekî “Ez ê baş im”. Konut form di hin devokan de wekî “î” derdikeve pêşberî me, her wekî “ez î baş im”, li gorî zayenda biker diguhere, dema ku biker mêr be, tabana “ez î/ê baş im” û dema ku biker jin be îcar tabana “ez a baş im” ji bo jinan. Mixabin di mînakên ku me peyda kirin de bi deriye forma “ez ê baş im” heye.
Mînak:
Ji i’şqa te ez ê dîn im. (Keşkûl: 40)
**
Ez ê sohtim şubhê momê. (Keşkûl: 52)
Ez ê dîn im, ez ê gêj im. (Keşkûl: 102)
Ez ê dîn im, ez ê har im. (Keşkûl: 103)
Wekî encam, em dikarin bibêjin ku zimanê me gelek formên rêzimanî hene ku neketine nav zimanê nivîskî yê nûjen, lê belê ew form di wêjeya gelêrî û wêjeya klasîk a kurdî de hatine parastin. Lewma jî divê mirov bala xwe bide wan forman û yên bikêr ên ku hêz û şîyanî zimên a derbirînê zêde dikin û wan di zimanê nivîskî de jî bi kar bîne.
Binêr:
1 - Celîlê Celîl, Keşkûla Kurmancî, Wîen, 2004.
2 - Feqîyê Teyran (Edît: Celîlê Celîl), Şêxê Sen’anîya, ÎnstîtûtaKurdzanîyê- Wîen, 2003.
Kalu Putik Kimdir? Milyarlık Teklifleri Elinin Tersiyle İtti
06 Haziran 2026
Erkan Baş 1 Mayıs Müdahalesine Tepki Gösterdi: Taksim Yolu Kapatıldı
01 Mayıs 2026
Esra Işık Akbelen Davasında Kelepçeyle Geldi, Tahliye Çıkmadı
28 Nisan 2026
İsrail Başkonsolosluğu'na Silahlı Saldırı: İki Polis Yaralandı
07 Nisan 2026
Yalçın Küçük Hayatını Kaybetti: 87 Yaşındaki İsim Vefat Etti
07 Nisan 2026
The Journal: İran Türkiye'ye Gazı Neden Kesti?
24 Mart 2026